YPG’Ê: nasnameya 6 cangoriyên Azadiyê eşekre kir

Li dijî tarîtî û dagirkeriyê ciwanên herêmê canê xwe feda kirin.
Di encama deskeftiyên li herêmê de heta niha zêdeyî 10 hezar şehîd çêbûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 cangoriyên azadiyê yên ku di salên 2015-2016’an de şehîd bûne eşkere kir.
YPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 cangoriyên azadiyê yên ku di salên 2015-2016’an de şehîd bûne eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Têkoşîn û berxwedana me ku di salên 2015 û 2016’an de di asta herî jor de dihat meşandin, ji Hesekê hetanî Minbicê her wiha li seranserê Rojavayê Kurdistanê operasyonên ku hêzên me li dar dixistin gelek hevalên me yên leheng di encama van operasyonan de şehîd bûn.

Ji lewra, hevalên me Adar, Delîl, Dilxwaz, Fûad, Hawar û Welat ku di pêngavên şehîd Fermandar Rûbar Qamişlo û Fermandar Ebû Leyla de, bi ked û fedakariyên xwe bûn çavkaniya mezinbûna şoreşa me û di çeperên herî pêş de gihiştin şahadetê.

Em di şexsê 6 hevrêyên xwe de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minnet bibîr tînin, ji malbata wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

BAYRAM MALKAVER

DELÎL BEGIRE

1 TÎRMEH 2015

***

VEDAT BAYAR

HAWAR TÎAMAT

1 TÎRMEH 2015

***

YÛSIV ELDEN

WELAT MIZGÎN KOP

1 TÎRMEH 2015

***

FERHAD KAYA

FUAD TOLHILDAN

30 TÎRMEH 2015

***

AHMET AKIN

ADAR ROJDA

19 TEBAX 2016

***

HUSEYÎN TUNÇ

DILXWAZ FARQÎN

23 TEBAX 2016

Leave a Reply

Back to top button