Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê semînerek li dar xist

Bi navnîşana “Pêşxistina jineolojiyê gava yekem ber bi zanista rastîn a civakê ye”.
Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên Çarşema Çandî de semînerek li dar xist.

Yekitiyê semînera xwe li Parka Xwendinê ya Qamişlo da.

Bi dehan endamên yekitiyê, jinên serbixwe, endamên saziyên civaka sivîl di semînerê de beşdar bûn.

Endama Akademiya Jineolojiyê Yasmîn Meşayix têgeha jineolojî û armanca wê şîrove kir.

Her wiha behsa cudahiya di navbera armancên jineolojiyê û tevgerên jinan de kir û got:

Li gor jineolojiyê, bê hilweşandina rewşa heyî û avakirina teoriyeke hevbeş bi tevlêbûna her du zayendan, çareserî nîn e.

Dûre, beşdaran nêrînên xwe der barê semînerê de parve kirin .

Li hev kirin ku cudahî di navbera jineolojî û armancên tevgerên jinan de heye.

Tenê jineolojî dikare zanista rastîn a civakê pêş bixin ji bo ku civakeke exlaqî û civakî ava bibe.

Back to top button