Erdogan gefên xwe dewam dike û koalîsyon mekanîzmeyê bi erênîn dinirxîne

Ev bêhtirî sê salan in serokkomarê Tirkiyê Erdogan di her derfetekê de gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.
Erdogan dibêje ku amadahî ji bo êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî bidawî bûne û dibe ku di her kêliyekê de ew êrîşî herêmê bikin.
Koalîsyona Navdewletî jî encamên Mekanîzmeya Ewlekariyê bi erênî dinirxîne û teqez dike ku ev nîşana ewlehiya herêmê ye.
Lê diyar e ku Erdogan ewlehiya herêmê lê xweş nayê û ew di planên xwe yên guhertina demografiya herêmê de bi israr e.

Duh sêyemîn dewriyeya hevbeş a navbera hêzên Emerîkî û Dewleta Tirk de li Girê Spî bi kordîneya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî geriya.

Beriya dewriyeyê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihand ku lihevkirina sêalî ya Mekanîzmeya Ewlekariyê ji bo Herêma Parastina Sînor baş bi rê ve diçe û YPG’ê pabend e.

Her wiha piştî bidawîbûna dewriyeyê, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî ragihand ku dewriyeya sêyemîna hevbeş bi awayekî serkeftî bidawî bû.

Koalîsyonê teqez kir ku bi serkeftina van dewriyeyan, destnîşan dibe ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji herêmên herî ewle li herêmê ne.

Lê diyar e ku ev ewlehiya li herêmê li Erdogan xweş nayê û ji bo xwesteka xwe ya dagirkirinê Û planên guhertina demorafiya herêmê buhaneyên xwe ji dest dide..

Ji bo wê û wekî ku ew dibêje, sebra wî nema û tenê êrîş û şer wê berjewendiyên wî bich bînin.

Erdogan dîsan gefên xwe yên kevin, nû kirin û diyar kir ku ji bo êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî amadahî bidawî bûne..

Lê ya balkêş ew e ku Erdogan teqez dike ku ew ê bi êrîş û dagirkriina xwe, dê ewlehiyê li herêmeke ku ew bi xwe stargeha bi hezaran koçber û penaberan e, maînde bike.

 

Leave a Reply

Back to top button