Rojnemevana di êrişa Tirkiyê de birîndar bûyî di bin çavdêriyê de ye

Dagirkeriya Tirk vê carê êrişî ragihandinê kir.
Di gavekê de ku hemû pîvanên parastina mafên rojnamevanan bin pê dike, erebeyeke JIN TV li ser rêya Qamişlo û Amûdê bombebaran kir.
Di encamê de, xebatkarekî JIN TV şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bûye.

Duh saet 5’ê piştî nîvro li ser rêya Qamişlo û Amûdê, dagirkeriya Tirk bi balafireke dron êrişî erebeyeke JIN TV kir.

Di encama êrişê de, xebatkarê JIN TV Necimedîn Feysel Hec Sînan ê bavê 4 zarokan şehîd bû û nûçegihana JIN TV Delîla Egîd birîndar bû.

Delîla ku bi giranî birîndar bû ji aliyê welatiyên herêmê û tîmên rewşê awarte ve bo nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo hat rakirin.

Li gorî kadroyên nexweşxaneyê, rojnamevan Delîla Egîd niha di bin çavderiya bijîşkan de ye.

Ji serê salê ve, dagirkeriya Tirk derdora 40 êrişên esmanî li dijî vê deverê pêk tîne û di encamê de bi dehên qurbaniyan çêbûne.

Back to top button