RÊVEBERIYA XWESER :ÊRÎŞEK LI SER HERÊMÊ WÊ FELAKETEKÊ BIXWERE BÊNE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got,
Ger êrîşek ji aliyê dewleta Tirkiyê vê li ser herêma me were evê bi xwere felaketên mezin bêne.
Li dijî her êrîşeke li ser herêmên me jî emê mafê xwe yê parastinê bikar bênin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî gefên dewleta Tirk ên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek nivîskî da.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Pêkhateyên gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûrî roleke girîng di parastina ewlehiya herêmên me de lîst. Metirsiyên me li ser ewlehiya dewletên cîran tinene. Berovajî wê em her tim hewl didin diyalogan pêşkêş bikin û me tê de çareseriya herî guncew ji tevahiya dozan re dît.

Rêveberiyê balkişand ser çeteyên girtî yên DAIŞ’ê ku li herêmê di girtîgehan de ne û wiha anî ziman:

Her êrîşek ji aliyê Tirkiyê ve dê ewlehiya herêmê xirab bike û xizmeta terorê bike. Ev êrîş wê ji DAIŞ’ê re bibe fersendek da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di heman demê de dê ji girtiyên DAIŞ û çeteyên wê re bibe derfetek ku birevin û bi vê yekê dê xeteriyê li ser herêmê û cîhanê çêbikin. Di encamê de dê felaketekê bi xwe re bîne.

GER TIRKIYE ÊRÎŞ BIKE EM Ê MAFÊ PARASTINA REWA BIKAR BÊNIN

Rêveberiya Xweser bang li hemû pêkhateyên gelê xwe kir ku bi bijêrka ku DAIŞ û teror tine biriye ve girêdayî bin.

Careke din em tekez dikin ku em ji hêzên din bêtir banga demokrasî, yekitiya xaka Sûriyê û parastina ewlehî û aştiya herêmê dikin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî ev bang li welatên cîhanî jî kir:

Em bang li civaka navdewletî bi hemû saziyên wê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku ti êrîşan pêk neyne. Di heman demê de em banga li Yekitiya Ewropa, û hêzên aktîv li ser erdê ku Koalîsyona Navdewletî di nav de ye dikin ku li hemberî gef û xeteriyên Tirkiyê bibin xwedî helwest. Em bi diyalogan re panbend in. Lê eger Tirkiyê gefên xwe pêk bîne em ê mafê parastina rewa bikar bînin.”

Leave a Reply

Back to top button