Partiyeke Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê giştî ya Sûriyeyî kir

Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê kir ku hemû sûriyeyî tê de beşdar bin.

Partiya Guhertin û Pêşketinê di daxwiyaniya xwe de got:

“Ev 12 sal in kareseta Sûriyeyê dest pê kiriye û di van salan de ji hikumetekê bêhtir ev kirîz bi rê ve bir.

Ji ber gelek sedeman ev hikumet bi bin ketin, di nav de destwerdana derve û pirsgirêkên xwecihî hene.

Nekarîn vê kirîzê çarser bikin.

Xwepêşandanên dawîn, ji ber biryarên dawîn ên hikumetê derketin.

Ev biryar bê ku li gor rewşa welatiyan bên amadekirin, hatin dayîn.”

Partiyê eşkere kir ku divê berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bê girtin.

Divê amadekarî bê kirin ku kongreyeke giştî ya sûriyeyiyan li dar keve.Berjewendiya nîştimanî bidin pêş.

Aloziya aborî ya li Sûriyê debara jiyanê zehmet kiriye

Back to top button