Rojnamevanên Mexmûrê êrişa li dijî karmendên Jin TV şermezar kirin

Rojnemevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişa dewleta Tirk ya li dijî karmandên Jin TV şermezar kirin.

Li Wargehê endamên jin yên çapemeniyê bi daxuyaniyekê helwesta xwe diyar kirin.

Li vir Rojnemevan Bêrîvan Tunç axivî.

Berîvan Tunç balkişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî raghandinê û got:

“Vê êrişê tirsa dewleta Tirk a li hemberî pênûs, kemereya xebatkarên jin dide diyar kirin.

Rojnemevanên ku niha destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê parve dikin dibin hedefa êrişan.

Lê bila baş bizanîn wê me bi van êrişan ji karê me dûr nekin.

Lewma em bang li sazî û dezgehên çapemeniyê dikin ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest.”

Bêrîvan Tunç herî dawî eşekre kir ku em cardin soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin.

Endamekî JIN TV şehîd bû û nûçegihanek birîndar e

Back to top button