
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyarkir ku eşkere ye ku Erdogan biryara şer girtiye.
Bila her kes bizanibe biryara şer biryara hevpar a Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê ye.
Emê li dijî êrîşan gelên xwe biparêzin.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku bi kûrbûna kirîza hundirîn a Tirkyiê re, gefên Erdogan li djî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir dibin.
Xerîb Hiso têkildarî gefên Erdogan ji ajansa ANF’ê re axivî.
Hiso tekez kir ku Eşkere ye Erdogan li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî biryara şer biryara komkujiyê girtiye.
Erdogan ji bo krîza li welatê xwe ji holê rake hewl dide şer bide destpêkirin.
XERÎB HISO: GELÊN HERÊMÊ WÊ XWE BIPARÊZIN
Hiso destnîşan kir ku gelên heremê li dijî dagirkerî û gefên dewleta Tirk bi her awayî li ser piyan e, lê cîhan û civaka navdewletî di bêdengiyê de maye.
XERÎB HISO: JI BO ÊRÎŞAN RÛSYA, ÎRAN, REJÎM Û DEWLETA TIRK LI HEV KIRINE
Xerîb Hiso da xuyakirin ku Erdogan bi piştgiriya Rûsya û Îranê gefan dixwe û Rejîma Sûrî jî hevparê van gef û êrîşên dagirkeriyê ye.
Di demekê de ku Erdogan gefan dixwe, rejîma Sûrî jî QSD’ê dike hedef ku ev yek jî nîşan dide, plan planeke hevpar e.
XERÎB HISO: DIVÊ KURD HEMÛ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HELWESTA XWE NÎŞAN BIKIN
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di dawîya axaftina xwe tekez kir ku yekîtîya gelên herêmê li dijî gefan çareserî ye û ev bang kir:
Eger em nebin yek, eger em xwedî li hev dernekevin wê dor were herkesî.
Banga me li hemû partiyên Kurdistanî ew e ku bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.