Bi sedan şêniyên Reqa û Tebqayê bi çalakiyan piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê.
Piştî nimêja înê, bi dehan şêniyên Reqayê li pêş Mizgefta Fewaz a li naverasta bajêr kom bûn û bi xwepêşandeke piştgiriya Siwêdayê kirin.
Her wiha li Tebqayê jî bi dehan şêniyên bajêr piştî nimêja înê li pêş Mizgefta Hemze kom bûn û heta Çerxerêya Kenîse ya li rojavayê bajêr meşiyan.
Beşdaran piştgiriya xwe bi xwestekên şêniyên Siwêdayê re anî ziman.
Li gelek herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, xwepêşandan û protestoyên li dijî siyaseta hikumeta Şamê li dar ketin û tê de banga pêkanîna biryara 2254’an a NY’ê û ne-navendîbûnê kirin.



