Li gundewarê Idlibê zarokekê jiyana xwe ji dest da

Rejîma Sûrî rojavayê gundewarê Idlibê topbaran kir, Di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li çolistana Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî rejîmê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî vê sibehê gundê الزعينية Z’êniyê li gundewarê bajarê Cisr Şixûrê, li Idlibê topbaran kir.

Di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û hejmarek birîndar bûn.

Her wiha rejîmê bi dijwarî gundewarê Idlibê yê başûr topbaran kir.

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI ÇOLISTANA DÊRA ZORÊ ÊRÎŞÎ REJÎMÊ KIR

Li aliyekî din malperên bi ser rejîma Sûrî ve ragihadnin ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêra Zorê êrîşek li dijî hêzên rejîmê pêk anî.

Di êrîşê de kuştî û birîndarên rejîmê çêbûn.

TENÊ DI 24 SAETAN DE 3 KUŞTINÊN BIPLAN LI DERAYÊ PÊK HATIN

Li parêzgeha Deraayê jî operasyonê kuştinên biplan berdewam in û tenê di 24 saetên dawî de 4 operasyon pêk hatin.

Di nava wan de hewldana kuştina endamê Meclisa Şaredariya Nahtayê.

Her wiha dîtina termên leşkerekî rejîma Sûrî û termê sivîlekî li ser riya Besre El-Herîr.

 

 

Leave a Reply

Back to top button