Emerîka banga rêzdariya qanûna navdewletî ji Tirkiyê dike

Emerîka kirinên dewleta Tirk ên li ava Qibirsê şermezar dike û banga rêzdariya qanûna navdewletî li Tirkiyê dike.

Wezîrê derve yê Emerîkayê Mike Pompeo metirsiya xwe ji nakokiyên navbera Tirkiye û Qibrisê anî ziman ku çi şaştî çêbibe dê aloziyê mezintir bike.

Pompeo teqez kir ku Waşington ji Enqereyê dixwaze ku Enqere rêzdariyê ji qanûna navdewletî re bigire û got:

Kirinên dewleta Tirk ên lêgerîna gazê tiştekî nayê qebûlkirin.

Ev daxuyanî piştî civîna bi hempîşeyê wî yê Yonanî re, pêk hat.

Înê jî, serokê Qibrisê banga vekişîna keştiyên Tirkiyê ji ava Qibrisê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button