Parlamentera Alman Kirsten: Kurd li vîna xwe xwedî derdikevin

Parlamentera Demokratên Civakî (SPD) a Parlamenta Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann, li dijî erkdarkirina qyûman nerazîbûn nîşan da.

Kirsten Luhmann anî ziman ku pêvajoya erkdarkirina qeyûman ji nêz ve dişopînin û got:

Ji bo piştevaniya bi Hevşaredarên Kurd re ez duh li Mêrdînê bûm û îro ji li Amedê me.

Ez jî weke çalakvanekê îro li Amedê me û li dijî qeyûman bi Kurdan re me.”

Luhmann destnîşan kir ku li dijî erkdarkirina qeyûman, Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin û got:

“Ez gelek bi hêvî me ji ber ku jin, zarok, ciwan, mêr û kalmêr li vir in û li dijî qeyûman dengê xwe berz dikin.

Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin.

Lê belê tişta min bêzar jî dike hejmara zêde ya polîsan e.

Hemû rêyên tên qadê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Leave a Reply

Back to top button