Şaredariyeke Îtalî, Rêber Ocalan kir hemşeriyê xwe yê rûmetê

Şaredariya  Berceto ya li Bakurê Îtalyayê rêber Ocalan kir hemşriyê xwe yê rûmetê.

 

Şaredariya Bercetoyê ya Bakurê Îtalyayê belgeya hemşerîtiya rûmetê da Rêber Ocalan.

Şaredar  Lûîgî Lûcchî belgeya hemşehrîtiya rûmetê bi merasîmekî da parêzera Ocalan Newroz Ûysal.

Lûcchî di merasîmê de axivî û bal kişand ser komkujiyên ku heta niha li gelê Kurd hatine kirin.

Lûcchî diyar kir ku gelê Kurd êdî bi tenê nîne û wê teqez mafên xwe yên bingehîn werbigirin.

Newroz ysal jî spasiya şaredar û endamên meclîsa şaredariyê kir ku biryareke bi vî rengî ya watedar wergirtine.

Ûysal teqez kir ku bidawîbûna tecrîdê û pêk anîna azadiya Ocalan bi piştevanî û têkoşîneke navneteweyî dikare pêk were.

Komîteya piştevaniya gelê Kurd jî bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derkevin.

Leave a Reply

Back to top button