Şêniyên bajarê Lordegan li dijî hikumetê daketin qadan

Li dijî gendelî û tundiyê, gelê Îranê daketin qadan.

Çavkaniyên muxalefeta Îranî ragihand ku bi hezaran şêniyên bajarê Lordegan ji bo piştgiriya şêniyên gundê Şinar Mehmûdî ku li dijî hikumetê derketibûn, daketin qadan.

Li gorî agahiyan, duh êvarî xwepêşanderan agir bi navenda qayim-meqamiya bajêr, ofîsa îmamê mizgeftê û nûnerê Xamenyî û gelek navendên hikumetê xistin.

Di encamê de, şerek di navbera wan û hêzên ewlekariyê de rû da û çend kes birîndar bûn.

Di xwepêşandanê de, dengên mîna “bila dîktator bimire,” “netirsin em hemû yekdest in” bilind bûn.

Li gorî muxalefetê, ev xwepêşandan ji roja Çarşemê ve hatine destpêkirin û jina Îranî jî roleke mezin tê de lîst.

Leave a Reply

Back to top button