Jinên Daişî hewl dan karkerekî li kampa Holê serjê bikin

Li kampa Holê rêjeya tundiyê ya jinên DAIŞ’î roj bi roj zêdetir dibe û îro jinên DAIŞî hewl dan ku zilamekî serjê bikin.

Îro di saetên sibê Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de hewl dan ku karker Abdulrehman Ezîz ku miriyan defin dike, bikujin.

Di encama wê de Ezîz rakirin nuqteya tenduristiyê da ku were dermankirin.

Li gorî agahiyên kadroyên tenduristiyê, rewşa Abdulrehman Ezîz giran e, ji ber ku jinên DAIŞÎ hewl dane wî serjê bikin û hindek bendikên deng û damar hatine qutkirin.

Hêzên ewlehiya kampê destnîşan kir ku Abdulrehman Ezîz di meclisa Iraqî ya li kampê de karê definkirina miriyan dike.

Her wiha hêzên ewlehiyê destnîşan kir ku der barê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.

Li kampa Holê rojane rewşên wiha çêdibin.

Jinên DAIŞ`ê û bi taybet ‘Muhacîrat’ kesên ku ne li gorî fikrên radîkal ên DAIŞ`ê tev bigere, tundiyê lê dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin duh jî cenazeyê jineke DAIŞ`î di beşa 8`an a kampê de dît ku jin û zarokên DAIŞ`î yên Sûriyê tê de dijîn.

Li gorî lêpirsînan ku ew jin ji aliyê jinên DAIŞ`î ve hatiye kuştin.

Leave a Reply

Back to top button