Koalîsyona Navdewletî bersiv da pirsên Ronahî TV û destnîşan kir ku, berdewamiya pêkanîna mekznîzmeya Ewlekariyê wê aramiya herêmê misoger bike û rê li ber vegera DAIŞ’ê bigire.
Duh serokê dewleta Tirk Erdogan dîsan gefên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî nû kirin û destnîşan kir ku Mekanîzmeya Ewlekariyê li gorî wan bi rê ve naçe.
Têkildarî mijarê Berdevkê Operayona Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê “Ezim Selib” Mayiliz Kagînîz bersiv da pirsên Ronahî TV û destnîşan kir ku, Emerîka berdewamiya pêkanîna Mekzanîzmeya Ewlekariyê nahêle DAIŞ zind bibe.
Her wiha teqez kir ku, wê ev yek rê bide Koalîsyon û hevkarên wan QSD’ê ku hêza xwe bidin tinekirina DAIŞ’ê.
Berdevkê “Ezim Selib” da xuyakirin ku ew ê berjwedendiyên Ewlekariyê yên Tirkiyê di ber çavan re derbas bikin û ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî misoger bikin.