Bahoz Erdal: Têkoşîna dîrokî ya şoreşa Kurdistanê, hişt AKP’ê li her derê têk biçe

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal diyar kir ku tekoşîna dîrokî ya şoreşa Kurdistanê hişt ku siyaseta AKP a hundir û derve têkbiçe. Erdal tekez kir ku Erdogan ji bo emrê xwe dirêj bike û desthilatdariya xwe biparêze li her deverê li dijî Kurdan şer dike.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal beşdarî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Welat bû û rewşa siyasî û pêşketinên dawî nirxand.

Bahoz Erdal dazanîn ku siyaseta desthilata AKP-MHP’ê ya hindir û derve têk çûye.

AKP him di hindir de partiya wî perçe dibe, di hilbijartinên hermê de têk çû û qeyranek aborî jiyan dike.

Him jî li Iraqê, Lîbya, Sûdan,Misr,dewletên Kendavê, û li Sûriyê ew polîtîkaya wan hemû vala derketin û însiyatîf ji destê wan çûye.

Erdal diyar kir ku tekoşîna dîrokî ya şoreşa Kurdistanê hişt ku siyaseta AKP a hundir û derve mahkumê têkçûnê bibe û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk sedema têkçûna xwe Şoreşa Kurdistanê ango PKK’ê dibîne.

Ji ber vê jî niha bi awayekî eşkere ji bo tolê bigre êrîşê ser gelê me dikin, êrîşê li ser tevgera me dikin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal tekez kir ew ê li her perçeyek Kurdistanê û li dijî her êrîşekê gelên xwe biparêzin ji ber ku şerê wan, şerê azadî û rûmetê ye.

Leave a Reply

Back to top button