Polîsên Spanî çeteyek li madrîdê girtin

Hikumeta Spanî çeteyekî DAIŞ’ê li ser erda xwe girt.

Polîsa Spanî ragihand ku wan DAIŞiyekî Ereb di serdegirtinekê li Medrîda paytext de girtiye.

Duh, polîsê girte ser mala yê çete û hejmareke mezin a dermanên kîmawî ku di çêkirina teqemeniyan de têne bikaranîn, alavên elktronîk û gelek demjimêrên teqemeniyan desteser kirin.

Her wekî, lîsteyeke ku çete ji bo planên xwe amade kiribû jî hat dîtin.

Polîsê diyar kir ku ê DAIŞî 23 salî ye û gelek vîdyoyên ku propogandaya DAIŞ’ê dikir, belav kiribûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button