Li Yemenê şer careke din gur dibe. Di encama şerê li herêmê de 2 jê fermandar 16 çekdar hatin kuştin.
Malpera fermî ya artêşa Yemenê ragihand ku şer di navbera artêşa Yemenê û çekdarên Hûsiyan li eniya Hecer a li başûrê welêt rû da.
Di encamê de, 2 jê fermandar, 16 çekdarên Hûsî hatin kuştin.
Her wiha 7 çekdar jî birîndar bûn.
Malperê diyar kir ku gava Hûsî hewl didan ber bi geliyê Şecîb ê gundê Rêbê yê li Hecerê ve biçin, şer derket.
Artêşa Yemenê jî, hewldanên Hûsiyan têk birin û ew bi paş ve vegerandin.
Hefteya derbasbûyî, Hûsiyan eşkere kir ku ew ê êrîşên bi firoke û moşekan ên li dijî Erebistana Siûdî rawestînin.
Lê diyare ev jî ne bû sedemê ku şer li herêmê raweste.