Fransa ji bo pejirandina hilbijartina perlemanî û serokatiyê yên sala 2021’an li Sûriyê mercên xwe pêşkêş kirin.
Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku Fransayê ji hevalbendên xwe yên Emerîkî û Ewropî re mercên xwe yên pejirandina hilbijartina perlemanî û serokatiyê yên 2021an li Sûriyê, pêşkêş kirin.
Li gorî rojnameyê Fransa teqez kiriye ku divê hilibijartin tevahiya pêkhateyên Sûriyê bigire nava xwe.
Koçber û penaberên Sûrî jî di nav de.
Her wiha ev hilbijartin divê bi serperiştiya NY bin û li gorî biryara 2254’an a NY bin.
Ev helwesta Fransayê di wextekî de tê ku xebatên destûra nû ber destpêkirinê ne..
Her wiha Emerîkayê jî û li ser zimanê nûneryê xwe yê taybet ji bo Sûriyê Jeams Jeffery hişyar dabû Komkara Erebî derbarê vejandina têkilyan bi rejîma Sûrî re û vegerandina wê bo Komkarê.
Emerîka dayîna rewatiyê ji rejîma Sûrî re, bi astengiya li pêşiya Çareseriya Siyasî ya aloziya Sûrî bi nav kiribû.