Desteya Perwerde û Fêrkirinê dema sala nû ya xwendinê ragihand
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 10’ê Îlona 2023`yan de wê destpêkirina sala xwendinê be. Li gor malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama îdarî li dibistanên herêmê dê 3’yê Îlona 2023`yan be. Xwendekar jî dê 10’ê Îlonê dest bi dewamê bikin.
Copy and paste this URL into your WordPress site to embed
Copy and paste this code into your site to embed