Mûrat Kalmaz: Divê hemû beşên civakê li dijî tecrîdê rabin

Hevserokê HDP a Stenbolê Mûrat Kalmaz teqez kir ku ew weke HDP li dijî tecrîdê wê heta dawî têbikoşin û bang li hemû beşên civakê jî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku divê têkoşîn û daxwazên me jî wek tecrîdê zêdetir û kûrtir bin.

Li Bakurê Kurdistanê bertekên li dijî tecrîdê didome.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûrat Kalmaz têkildarî tecrîda li Îmraliyê û bandora wê ya li ser civakê axivî.

Kalmaz bilêv kir ku tecrîda heyî niha di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser hemû civakê tê pêkanîn.

Kalmaz anî ziman ku desthilat bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwaze hin peyaman bide gelê kurd û wiha axivî:

“Dewlet baş dizane ku birêz Ocalan diyarker e.

Lewma bi tecrîda li dijî birêz Ocalan dide der ku bi tu awayî kurdan û vîna wan nas nake.

Bi israra naxwaze daxwaza bi milyonan mirovî ya ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji nedîtî ve tê.”

Kalmaz teqez kir ku ew weke HDP li dijî tecrîdê wê heta dawî têbikoşin û bang li hemû beşên civakê jî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Ekîn Yeter: Qasî dijwarbûna tecrîdê divê têkoşîna me jî dijwar be

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî derbarê tecrîdê, rewşa ewlehî û tendûristiya Rêber APO de ev gumanên xwe anî ziman:

” Em li ser rewş û tendûristiya girtiyên li Îmraliye tu agahiyê nikarin bigirin.

Her tecrîd giran dibe gumanên me zêdetir dibe.

Tecrît îro gihîştiye asta herî jor. Divê têkoşîn û daxwazên me jî wek tecrîdê zêdetir û kûrtir bin.

Tecrît ne di qanûnên Tirkiyê û ne jî yên peymanên navneteweyî de cih nagire û ev yek nayê rewakirin.

Ev tecrît li dijî Qanûna Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan û hemû peymanên navneteweyî ye.”

Back to top button