Nobeta demokrasiyê li Amedê di roja 49’an de ye

Ji roja dagirkirina şaredariyên HDP’ê û heta niha 49 roj in li 3 bajaran bi pêşengiya HDP’ê çalakî tên li darxistin.
Îro jî nobeta Demokrasiyê hat lidarixstin û gel bertên xwe anîn ziman.

Li Amedê çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 49’an de jî li Kolana Liseyê dewam kir.

Di nobetê de parlamenterên HDP’ê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê û gelek kesên din amade bûn.

Nobeta Demokrasiyê bi dirûşmeyan dest pê kir.

Serokê Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner, bertek nişanî polîtikayên qeyûm da û got:

“Ji we ditirsin ji ber vê yekê peyûm tayîn dikin.”

LI WANÊ NOBETA DEMOKRASIYÊ DI ROJA 49’AN DE YE

Li Wanê jî nobet di heman rojê de û bi tevlêbûna gel, wekîl, Dayikên Aştiyê dewam kir .

Di çalakiyê de dirûşmên ,”Em ê bi berxwedanê bi ser bikevn”, ”Hevseroktî xeta me ya xemrî ye” hatin berzkirin.

Wekîla HDP’ê Muazzez Orhan li Nobetê axivî, got,

”Desthilat diçin, gel dimînin. Qeyûm wê biçin em ê bimînin.”

LI MÊRDÎNÊ BANGA PIŞTGIRÎDAYÎNA KAMPANYAYAN HAT KIRIN

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, derbarê kampanyeya îmzeyê ya li dijî qeyûman û kampanyeya “Bibe endamê HDP’ê” da destpê kirin de daxuyanî da û banga piştgiriyê li gelê Mêrdînê kir.

Leave a Reply

Back to top button