Malbatên Şehîdan: Êriş nikarin me ji berxwedan û rêya şehîdan dûr bixin

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew êriş wan ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr naxe.

Mihemed El Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze projeya netewa demokratîk têk bibe û wiha got:

“Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bi tundî şermezar dikin

û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van êrişan rawestînin.

Em amade ne ji bo têkbirina êrişan berdêlên herî biha bidin

û ev êriş nikarin me ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr bixin.”

Der barê heman mijarê de Ednan Selûm jî da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide bi rêya van êrîşan ewlehiya heremê têk bibe û dagir bike û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku projeya neteweya demokratîk tune bike ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine yek û ji seranserî herêmê û cîhanê re bû model.”

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê: Tirkiyê bi êrişan nikare vîna me bişkîne

Back to top button