Hişyar Ozsoy: ger ku AKP’ê êrîş bike wê fatûra wê ya siyasî pir giran be

Berbirsiyarê Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, der barê êrîşa pêkan a ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne axivî.
Hişyar Ozsoy,diyar kir ku ev êrîş wê ji bo Tirkiyê ne bi xêr be û got:
“Deshilata AKP’ê ger ku êrîşê pêk bîne, wê berdêla wê ya siyasî pir giran bide.”

Cîgirê Serokê Giştî yê HDP’ê yê ji Karên Derve Berpirsiyar Hişyar Ozsoy, têkildari gefên Erodgan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî axivî.

Hişyar Ozsoy diyar kir ku ev êrîş wê ji bo Tirkiyê ne bi xêr be û wiha got:

Deshilata AKP’ê ger êrîşekî pêk bîne wê fatûra wê ya siyasî pir giran bide.

Tirkiye nikare barê şer rake.

Di vê pêvajoya ku krîza aborî û siyasî pir zêdeye de nikare bihayê şer rake.

Ozsoy da zanîn ku Tirkiye zextan li Emerîka dike ku têkeve rojava.

“Tirkiye ger ku hêzên navneteweyî û bi taybetî DYA razî bike wê xwe nede paş.

Egerî heye ku Tirkiye bi awayekî çalak têkeve nava şerê li Rojhilata Navîn.

Cîgirê Serokê Giştî yê HDP’ê yê ji Karên Derve Berpirsiyar Hişyar Ozsoy balkişand li ser helwesta Rûsiya ya di sorkirina dagirkeriyeke ji bo bakurê Sûrî û ev nirxandin kir:

“Ji ber ku Tirkiye bi rêya DYA’yê bi Kurdan re li hev kirine Rûsya ji vê yekê bêzar e.

Ji ber vê yekê Tirkiye li dijî rojava sor dike. Polîtikayên sorkirinê dixe meriyetê.

Dixwaze Tirkiye û DYA bînin hemberî hev.

Dixwaze Kurdan lawaz bike û Esad xurt bikin.

Rûsya dixwaze navbera DYA û Tirkiye aloz bike û kaosê zede bike.

Leave a Reply

Back to top button