Rêveberiya Xweser komîteyek têkildarî windayiyên Sûriyê ava kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser daxwaza Civaka Giştî ya NY, komîteyek têkildarî windayiyan ava kir.

Di daxuyaniyê de wiha got:

“Biryara avakirina komîteya windayên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî biryara Civaka Giştî ya NY ya A/77/L79 a dîroka 23′ê Gulana 2023′an pêk hat.

Li gorî biryara NY divê saziyeke navneteweyî ya serbixe ya têkildarî windayiyan li Sûriyeyê were avakirin.”

Rêveberiya Xweser avakirina vê komîteyê spart van sedeman:

“Bandorên vê pirsgirêkê, êş û azarên ku malbatên windayiyan dikişînin.

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryarên navnteweyî, di serî de birayra Konseya Ewlekariyê ya 2254 û biryara 2474′an

Her wiha ji ber ku doza windayiyan dozeke mirovî û qanûnî ye.”

Rêveberiya Xweser li ser banga NY, saziyek bi navê ′Komîteya Têkiliyên Windayiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê′ ku navenda wê li Qamişloyê ye ava kir.

Di demeke pêş de dê dîroka destpêkirina karê komîteyê û çawaniya têkeldayînê pê re were ragihandin.

Back to top button