DAGIRKER BI TANKAN ÊRÎŞÎ GUNDÊN KOBANÊ KIR

Dewleta Tirk a dagirker dîsa Gundên Zormixar û Xirab Eto yên rojavayê Kobanê bi tankan topbaran kir.

Çavkaniyan ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker îro saet 10:30`an bi tank û topavêjan gundên Zormixar û Xirab Eto yên rojavayê Kobanê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan hejmarek top ketine .

Di encamê de tenê ziyanên madî bi xaniyên şêniyan bûne.

Topbaran heta amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

Beriya niha jî Artêşa Tirk a dagirker gelek caran êrîşî gundên Kobanê kir.

Bi van êrîşên xwe jî Erdogan û artêşa wê yên dagirker hewl didin aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin.

Leave a Reply

Back to top button