‘ÊRÎŞEK LI SER HERÊMÊ WÊ SEDHEZARAN KOÇBER PERÎŞAN BIKE’

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan hişyariya xeteriyên gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got:
“Heger Erdogan gef û sozên xwe yên rojane pêk bîne, dê herêmê bikeve navbera pêtek agir û belavbûna aloziyê de.
Her wiha, encamên wê pir giran be û zehmet be ku were kontrolkirin.”

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan li dijî gefên dagirkeriya dewleta tirk daxuyaniyeke hevbeş dan.

Aliyan di daxuyaniyê de wiha gotin:

“Ewlehî û aramiya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin bangê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk anîne êdî ji her kesî re xuya ye. Rêveberiya Xweser dikarî bi sedhezaran koçber û kesên ji ber şerê navxweyî reviyane bihewîne û pêdiviyên wan peyda bike.”

Di daxuyaniyan de têkildarî rewşa koçber, Penaber û malbatên DAIŞ’ê jî ev agahî da:

Li gorî serjimariyên fermî yên dawî 71 hezar û 658 koçber û penaber ji zêdeyî 60 dewletan di kampê de hene.

Jê 3 hezar û 890 koçberên Îraqê ne, di nava 8 hezar û 758 malbatî de ne.

30 hezar û 314 koçberên Sûriyê, di nava 8 hezar û 906 malbatan sûrî de ne.

10 hezar û 454 mihacîr ji dewletên cuda yên cîhanê ji 3 hezar û 295 malbatên rêxistina terorîst pêk tê.

Xeteriya van malbatan ji xeteriya bi hezaran endamên rêxistinê li navendên girtinê yên Hêzên Sûriye Demokratîk ne kêmtire.

‘GEFÊN ERDOGAN Û KIRIYARÊN JINÊN DAIŞ’Î LI HOLÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE’

Aliyan balkişand li ser bûyerên dawî ku li Kampa Holê heyîn û wiha hat gotin:

Ev kamp li gorî şopdarên karûbarên mirovahî û koçberiyê wek bermîlek ji teqînê ye.

Li rex wê jî jinên DAIŞ`ê xwe di nav kampê de bi rêxistin dikin, fikrê tundrew di nav zarokên biçûk de belav dikin.

Ev isbat dike ku girêdanek xurt di navbera wan bûyeran û gefên Erdogan de heye.

Di dawiya daxuyaniyan de jî careke din daxwaza darizandina çeteyan di dadgeheke navdewletî ya li bakurê Sûrî de hate kirin.

Leave a Reply

Back to top button