QSD: Emerîka pabendî mekanîzmeya ewlekariyê nebû û hêzên xwe vekişand

QSD’ê ragihand ku hêzên Emerîkî pabendî mekanîzmeya ewlekariyê nebû û xwe vedikişînin.
QSD’ê teqez kir ku, ew ê gelê xwe bi hemû pêkhateyan biparêzin.

Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê têkildarî vekişîna hêzên Emerîkî daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku tevî wan hemû hewldanên xwe kirin da bi Tirkiyê re rû bi rû neyên û tevî ew baş ji bo mekanîzmeya ewlekariyê û parastina sînor xebitîn, lê hêzên Emerîkî pabendiyên xwe bi cih neanîn û xwe ji deverên ser sînor vekişandin.

QSD’ê destnîşan kir ku êrîşa dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî dê bandoreke neyînî li ser şerê wan yê li dijî DAIŞê bike û aramiya ku bi salan jê re dixebitîn, dê têk biçe.

QSD’ê da zanîn ku ew ê deqeyekê jî ranewestin û her ew ê li ber xwe û hemû gelê xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr bidin û wan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button