Li Serêkaniyê hêzên koalîsyona navneteweyî baregeha xwe vala kir

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hêzên xwe tevî alavên leşkerî ji baregeha li gundê Til Erqem ê herêma Serêkaniyê ya bi ser sînorê Tirkiyê ve vekişandin.

Nûçegihanê Ajansa ANHA’yê ji Serêkaniyê ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî hêzên xwe tevî alavên leşkerî ji baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Til Erqem a girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, vala kir.

Baregeha Til Erqem 10 km li rojavayê bajarê Serêkaniyê ye û yek ji baregehên koalîsyonê yên li herêma sînorê di navbera Serêkaniyê û Tirkiyê de ye.

Leave a Reply

Back to top button