KNK: Divê hemû gelê Kurd ji bo Rojava bikeve nav seferberiyê

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku tenê rastiyeke dewleta tirk heye ew jî ku dijminê gelê kurd e.. KNK’ê got: Ji bilî berxwedanê rêyeke din tune ye . KNK’ê banga seferberiyê li Kurdistaniyan kir û got:
Her Kurdek li ku devera Cihanê dibin bila bibin, divê bi ruhê seferberiyê, bi çalakî û hemû derfetên xwe li hember dewleta Tirk bibin yek, li ber xwe bidin û xwedî li destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî derkevin. 

 

Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ji sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî û gefa dewleta Tirk a ji bo êrîşên li dijî herêmê daxiuanî da.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta niha ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ti êrîş li dijî dewleta Tirk nehatiye kirin, ti gef li dewleta tirk nexwarine.

Ji destpêka Şoreşa Suriyê û heta niha, dewleta tirk bi destê DAIŞ û El Nusrayê dixwaze heremê dagir bike.

Bila her kes bizanibe ku êrîşa dewlet tirk li dijî herêmên Bakur û ROjhilatê Sûrî weke êrîşa li ser Kobanê, û Efrînê ye.

Dewleta Tirk bi hinceta ewlehiya sînor û bi cihkirina penaberan êriş dike.

Li ne ewlekariya dewleta Tirk ketiye tehlîkeyê ne jî vegerandina penebaran xema dewleta Tirk de ye.

KNK’ê ragihand ku ev hemî propagandayên derew in û ti bingeha xwe nîn e.

Rastî ewe ku dewleta Tirk dixwaze heremê dagir bike û destkeftiyên gelan ji holê rabike.

KNK: DIVÊ CIWAN DI SERÎ DE HERKES ROJAVAYÊ KURDISTANÊ XWEDÎ DERKEVE

Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga seferberî û berxwedanê kir û wiha got:

Divê her Kurdek li kûdera devera Cihanê dibin bila bibin, bi ruhê seferberiyê, bi çalakî û hemî derfetên xwe li hember dewleta Tirk bibin yek, ber xwe bidin û xwedî li destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî derkevin.

Îro roj roja berxwedanê ye. Ji berxwedanê wêdetir rêyeke din nîne.

Banga me di sêrî de ji ciwanan re ye ji hemî gelê Kurdistanê re ye em dibêjin dem dema seferbertiyê ye, li her cih û deverî rabin ser piyan.

Leave a Reply

Back to top button