MSD li dijî gefên Tirkiyê banga hevgirtinê li gel kir

MSD’ê bi daxuyaniyekê bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî gefên Tirkiyê hevgirtina xwe xurt bikin û li derdora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.

Li dijî gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûrî MSD’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Meclisa Sûriya Demokratîk de hate gotin ku wê dewleta Tirk êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.

Bi pêkanîna mekanîzmeya ewlehiyê ve diviya bû ku gefên Tirkiyê bi dawî biba.

Lê berojvajî vê yekê dewleta Tirk a dagirker bi qulaptina masiyê dest bi gefan kirin, ev yek jî rûyê rast ê dewleta Tirk nîşan da.

MSD’ê dazanîn ku gefên dewleta Tirk hişt ku DAIŞ endamên xwe yên li çolistana Sûriyê ji nû ve tevger bike.

Li hember van gefan dewleta Tirk a dagirker Şam bê deng ma û dewsa ku dewleta Tirk şermezar bike tewanên xwe yên li dijî hêza Sûriya Demokratîk domand.

Ji vir û di vê pêvajoya xeter de di temenê Sûriyê de em bang li sûriyan dikin bê istisna ku li helwestên xwe vegerin û berjewendiya neteweyî û gelê Sûriyê bidin ser tevahiya berjewendiyan.

MSD’ê êrîşa Tirkiyê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku helwesteke diyar li hember gefên Tirkiyê nîşan bidin.

Her wiha bang li Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê kir ku planên Tirkiyê yên ku ewlehiya herêmê armanc dike rawestîne.

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî ji pêkhatine kerasteke mirovî da û ev bang kir:

Em bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û Turkmen dikin ku bi yekrêzî bisekinin û desteka Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastinê herêmê û destkeftiyên hatine bi destxistin bikin.

Leave a Reply

Back to top button