MCGURK: Bi telefonekê, Trump diyariyek da Rûsya, Îran û daiş’ê

Piştî daxuyaniya Koşka Spî û vekişîna hêzên koalîsyonê, nûnerê berê yê Emerîka di koalîsyona navdewletî de Brett McGurk daxuyaniya Koşka Spî û siyasetên Trump şermezar kirin .. McCurk got: Bi telefonekê, Trump hevkarên xwe pêşkêşî Rûsya, Îran û DAIŞ’ê kir. Her wekî rojnameya Emerîkî New York Times jî metirsiya encamên vê yekê anî zimên. 

Piştî daxuyaniya Koşka Spî û vekişîna hêzên koalîsyona navdewletî, nûnerê berê yê Emerîka di koalîsyonê de Brett McGurk rêzetiwîttin belav kirin.

McGurk teqez kir ku Trump ne rêberê bilind e, ew biryaran ji ber xwe ve derdixîne û artêşê ber bi tehlukê ve dibe û got:

Gava dijmin bi Trump re diaxivin û wî dixapînin, hevkarên me wisa dihêle û diçe.

McGurk daxuyaniya Koşka Spî rexne kir û diyar kir ku ev tê wateya kêmtêgihaştinê.. ew nizanin çi li ser rûyê erdê çêdibe.

Nûnerê berê yê Brett McGurk dibêje, puxteya gotina min ew e ku bi telefonekê bi rêberekî biyanî re, Trump diyariyek da Rûsya, Îran û DAIŞ’ê.

NEW YORK TIMES: DAXUYANIYA KOŞKÊ BI HELWESTA PENTAGONÊ RE NAGUNCE

Rojnameya New York Times a Eemrîkî jî heman tişt bi bîr xist û got:

Daxuyaniya Koşka Spî di demekê de hat ku DAIŞ’ê hêzeke xwe ya nû çêdike.

Ev daxuyanî bi helwestên mezintirîn berpirsên Pentagonê re nagunce û êrîşa Tirkiyê dê destkeftiyên Emerîkî li Sûriyê têk bibin.

MCGURK: TIRKIYÊ NIKARE 60 HEZAR GIRTIYÊN KAMPA HOLÊ BI RÊ VE BIBE

Berpirsine istxibarata Emerîkî ji Rojnameyê re ragihand ku Kampa Holê dibe navendeke idyolojîk a DAIŞ’ê û zemîneke nû ji çeteyan re amade dike.

Ji aliyê xwe ve jî, nûnerê berê McGurk bal kişand ser mijara girtiyên DAIŞ’ê ku li gorî daxuyaniyê ew dê têkevin destê Tirkiyê û anî ziman ku Tirkiyê nikare 60 hezar girtiyên Kampa Holê bi rê ve bibe.

Leave a Reply

Back to top button