EŞÎRÊN EREB PIŞTGIRIYEKE XURT DIDIN ŞERVANÊN QSD’Ê

Şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilatê çemê Firatê ber bi dawiyê ve diçe.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê li Dêrazorê bi hemû hêza xwe didome.

Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê ku piştgiriyeke xurt didin operasyona QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê gotin;

Em weke gelên herêmê di heman keştiyê de ne û çawa ku bajarên xwe bi hev re azad dikin, wê bi hev re jî bi rê ve bibin.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê li Dêrazorê ku li ser daxwaza şêniyên wê herêmê hatibû despêkirin, bi hemû hêza xwe didome.

Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê piştevaniyekî mezin didin operasyonê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li dijî DAÎŞ’ê.

Yek ji rûspiyan eşîra Şihêtatê Necîm Necrîs diyar kir ku beşeke mezin ji axa wan bi fedakariya QSD’ê ji çeteyan paqij bûye û got;

“Weke gelê herêmê; Ereb, Kurd, Suryanî, Çerkes me hemûyan dest dane hev.

Necrîs destnîşan kir ku bi saya ewlekariya QSD’ê ew li ser xaka xwe azad in.

Her wiha Rûspiyê eşîra Dilêm a li dora bajarokê Ebû Kemalê Hisêl Eyd Behrûz jî anî ziman ku hemû gelên herêmê di keştiyekê de ne û ji bilî hevgirtinê şensekî wan nîne û ev tişt anî ziman;

“Çawa ku erd û ezman ne yek in, rewşa berê û ya niha jî ne yek in.

Hisêl Eyd Behrûz bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyê ya axa Sûriyê û got:

Ev der ne ciheke ku Tirkiye yan jî Îran ava bike.

Weke gelên vê derê em ê bi xwe vê bikin.

Pêşengek din ê eşîra Şihêtatê Ebdulbasît Elî jî axivî û got:

Niha QSD xaka me rizgar dike û em vedigerin.

Me di nava Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê de dest bi kar kir.

Her wiha me komînên xwe jî ava kirine.

Ev kar gelekî mezin û pîroz e.

Leave a Reply

Back to top button