Mistefa Balî: Êrîşa dewleta Tirk ewlekariya Cîhanê dixe xeteriyê û DAIŞ’ê zindî dike

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Mustefa Balî jî ji televsiona me Ronahî TV re ragihand ku, êrîşa Dewleta Tirk wê ewlehiya Cîhanê bi giştî bixe xeteriyê.

Balî li ser pirsa gelo, wê êrîşa Dewleta Tirk çi bandorê li giritiyên DAIŞ’ê bike, ev bersiv da.

Bi hezaran şervanên wan parastina gitîrgeh û Kampên DAIŞ’ê dikin.

Lê eger êrîş çê bibe, ew neçar in beşekî mezin ji şervanên xwe ji wan deveran vekişînin û li herêmên şer û parstinê bi cih bikin.

BERDVEKÊ RAGIHANDINA QSD’Ê BO RONAHÎ TV:
ÊRÎŞA DEWLETA TIRK EWLEKARIYA CÎHANÊ DIXE XETERIYÊ Û DAIŞ’Ê ZINDÎ DIKE

Mustefa Balî bi rêya televisona me hişyarî da Cîhanê ku eger hêzên wan xwe ji derdora kamp û girîtgehan vekişînin, wê ev yek him rê bide DAIŞ’ê ku êrîşî wan deveran bike û him jî yên hindir derfeta revê bi dest bixînin û careke din xwe bi rêxistin bikin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê jî destnîşan kir ku, ew ê deqeyekê jî ranewestin û wê hemû gelê xwe yên Kurd, Eereb, Suryan û Asûrî ji êrîşan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button