Fransa, Almanya, NY û Yekîtiya Ewropa Tirkiye ji bo her êrîşekê hişyar kirin

Piştî vekişîna hêzên koalîsyonê, bertek û dengên nerazîbûnê ji gelek deverên cihanê derketin.
NY tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk wê deriyê koçberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî veke.
Her wiha Yekîtiya Ewropa jî nerazîbûna xwe li dijî gefên dewleta Tirk destnîşan kir.

 

WEZARETA DERVE YA FRANSAYÊ:
DIVÊ TIRKIYÊ TI GAVÊN KU BI BERJEWENDIYÊN KOALAÎSYONÊ RE NAGUNCIN, BI DÛR KEVE

Li dijî helwesta Emerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji ser sînorê û rêvekirina li ber êrîşeke dewleta Tirk li dijî herêmê bertekên navdewletî jî derketin.

Wezareta derve ya Fransayê hişyarî da Trikiyê ku divê ew ti gavên ku bi berjewendiyên koalîsyonê re naguncin bi dûr keve.

Her wiha wezaretê diyar kir ku eger êrşeke yekalî li Sûriyê çêbibe, wê aramî û rewşa mirovî têk biçin.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ HEWLDANÊN TIRKIYÊ YÊN ÊRÎŞKIRINÊ RED KIRIN

Yekîtiya Ewropayê li ser zimanê berdevka xwe der barê êrîşeke pêkan a dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî hişyarî da û teqez kir ku hewldanên dewleta Tirk rê li ber çarseriyeke siyasî digire.

Berdevkê serokatiya Rûsiyayê Demetirî Bîskov jî metirsya koşka Kremlen der barê gefên dewleta Tirk li dijî herêmê anî ziman û hişyariya têkbirina yekîtiya xaka Sûrî da Tirkiyê.

ALMANYA DER BARÊ ÊRÎŞEKE DEWLETA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊ, HIŞYARÎ DA

Li aliyekî din Almaniya jî dilgiraniya xwe ji ber helwesta Emerîkayê ya vekişandina hêzên xwe destnîşan kir û ji bo êrîşeke pêkan, Tirkiyê hişyar kir.

NY: WÊ ÊRÎŞA DEWLETA TIRK FELAKETEKE KOÇBERIYÊ BI XWE RE BÎNE

Her wiha Hin berpirsên li Netewên Yekbûyî ragihandin ku êrîşa dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî wê pêlên koçberiyê yên mezin bi xwe re bîne.

NY da xuyakirin ku ji bo rê li ber tiştekî wisa bê girtin, planên wan hene.

Leave a Reply

Back to top button