Senetorê Emerîkî yê nêzîkî serokê Emerîkayê Lindsey Graham jî li dijî vekişandina hêzên Emerîkî ji ser sînor bertek nîşan da û ev yek bi ”deqeke reş li ser anîya Emerîkayê” bi nav kir.
Lindsey Graham têkildarî mijarê li ser hisabê xwe yê tiwîtterê bertek nîşan da û got:
Vekişandina hêzên Emerîkî ji ser sînor rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ’ê vedike.
Her wiha zemînekê ji derbasbûna rejîma Sûrî û Îranê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re çêdike.
Graham helwesta Emerîka ya li hember Kurdan bi ”deqeke reş li ser anîya Emerîkayê” û bi ”Bo-belatê” bi nav kir û teqez kir ku ev gav wê di Kongressê de bê nîqaşkirin, da ku Trump ji biryarê veger.
Hêjayî gotinê ku di sala 2018’an de û dema ku serokê Emerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê da.
Dîsan Senetorê Cimhûrî yê Emerîkî Lindsey Graham bertek nîşan da û hişt ku Trump ji biryara xwe ya vekişandina yekser veger.