Çiya Kurd: Hin aliyên dijber hewl didin DAIŞ vejînin

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ji bo dabînkirina îstiqrara herêmê û Rêveberiya Xweser, operasyon hat destpêkirin.
Çiya Kurd îşaret pê kir ku gelek aliyên dijber hene hewl didin ku istiqrarê têk bibin û DAIŞ’ê vejînin ji bo ku vîna gelan bişikînin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd têkildarî geşedanên li Dêrazorê û operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê”, nirxanidin kir.

Çiya Kurd dibêje:

QSD’ê ya ji ciwan û zarokên xelkê herêmê pêk tê, ev herêm rizgar kir û radestî xelkê wê kir, ji bo ku xwe bi rêve bibin.

Li Dêrazorê cara yekê ye tecrubeya rêveberiya xweser tê jiyîn. Rêveberiya Xweser ji bo ku rola xelkê herêmê xurt bibe, her cure piştgirî pêşkêş kir.

Derbarê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de Çiya Kurd got:

Ev operasyon ji bo dabînkirina îstiqrarê li herêmê ye. Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide jiyana hevbeş. Ev îstiqrar bi saya xwîna ciwanên herêmê û êlên wê pêk hat.

Ji bo berjewendiya giştî divê destkeftî werin parastin û xelkê herêmê bi vîna xwe ya azad, herêma xwe birêve bibe.

Çiya Kurd destnîşan kir ku ji bo têkbirina îstiqrara li herêmê û rêgirtina li pêşiya pêşketina rêveberiya gel, hewldan hene.

“Ev hewldan, îro di çarçoveya planekê de pêk tê ku hêzên dijber li dijî xelkê me yê li Dêrazorê amade kiriye û dixwazin DAIŞ’ê vejînin.

Li ber destê me agahî hene ku komên dijber derbasî herêmê bûne, xelkê li dijî QSD’ê derdixin.

Dixwazin planên xwe li herêmê pêk bînin. Ev nakeve xizmeta tu kesî, di serî de êlên ereb.

Çiya Kurd diyar kir QSD ji bo ewlehiya xelkê Dêrazorê mijul dibe, erka xwe ya exlaqî û ewlehî bi cih tîne.

Hesen Koçer: Ji bo ewlehiya herêmê divê ev operasyon dewam bike

Back to top button