Donald Trump: eger Tirkiye li Sûrî tiştekî dersînor bike, ez ê aboriya wê hilweşînim

Serokê Emerîkayê gef li dewleta Tirk xwar ku eger tiştekî dersînor li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike, ew ê aboriya Tirkiyê hilweşîne.

Piştî biryara vekişîna hêzên xwe ji ser sînor navbera Bakurê Sûrî û Tirkiyê, serokê Emerîkayê Donal Trump gef li dewleta Tirk xwar.

Trump got:

”Eger dewleta Tirk tiştekî dersînor li bakur û rojhilatê Sûrî bike, Emerîka dê aboriya Tirkiyê hilweşîne.”

Trump bi tiwîtekê tekez kir ku çawa beriya niha jî min gotiye, eger dewleta Tirk gavên zêde li Sûriyê bavêje wê demê wê aboriya Tirkiyê bibe hedefa me û em ê wê hilweşînin.

Ev helwesta Trump piştî biryara wî ya vekişandina hêzên Emerîkî ji ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û dewleta Tirk hat.

Leave a Reply

Back to top button