Rêveberiya Xweser: tevahiya cihan ji rûdana karaseteke li herêmê berpirse

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li pêkhateyên herêmê kir li dijî êrîşên pêkan ên ji hêla dewleta Tirk ve berê xwe bidin sînor û li rex hêzên berxwedêr bisekinin.
Rêveberiya Xweser careke din teqezî li ser çareseriya danustandinan a bi rêya diyalogan kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan kir.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe ya li navenda xwe ya Eyn Îsa de wiha got:

“Pêkhateyên gelê me bi neteweyên xwe yên cuda di dirêjahiya salan de ji bo ku ewlehî û yekitiya Sûriyê û gel biparêzin li ber xwe dan. Di çarçoveya rêgezên ku şoreşa me li ser wê destpê kiriye de ji bo aştî, demokrasî û ewlehiyê, me zêdetirî 11 hezar şehîd daye. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêvajoyek hesas û girîg e bi taybet bi dawîbûna DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve.

Her wiha dibe ku bi rêya êrîşên dewleta Tirk DAIŞ û tevahiya rêxistinên terorîst sûd ji tevliheviyê di encama êrîşan de bigire û careke din xwe birêxistin bike. Ev jî ewlehiya herêmê û tevahiya cîhanê tehdîd dike bi taybet li gel koçberiya milyonî.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li tevahiya şêniyên gelê me yên li hundir û derve dikin ku tev bigerin da ku vê êrîşa bê sedem rawestînin. Her wiha bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên hundir dikin û ji wan dixwazin ku berê xwe bidin herêmên sînor û li rex hêzên berxwedêr ên li Serêkaniyê û Girê Spî bisekinin û helwesta xwe ya berxwedêr raghînin.

Di dawiyê de em tekez dikin ku diyalog ji bo çareserkirina tevahiya dozan bi aliyên din re xeta rast e di nav de bi Tirkiyê re. Di karê xwe de em li ser parastina yekitiya Sûriyê bi civak û pirrengiya wê tekez dikin. Lê em tekez dikin ku em ê gelê xwe ji her êrîşekê biparêzin. Êrîşên Tirkiyê ji herêmê re wêrankirî ne û dê bibin sedema kerastekê. Tevahiya cîhanê berpirsa wê ne.”

 

Leave a Reply

Back to top button