Artêşa Tirk li gundekî Wanê bi saetan malek bombebaran kir

Artêşa tirk li gundekî navçeya Qelqelîyê ya Wanê bi saetan malek bombebaran kir.
Hate diyarkirin ku di êrişa leşkerên Tirk de 2 kesên ku nasnameyên wan nehatin zanîn jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Baroya Wanê Sinan Ozaras jî got; ”Desturê nadin ku ew derbasî gund bibin.”

Leşkerên dewleta Tirk saet derdora 16.00’an de li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî ya Wanê operasyonek da destpêkirin.

Hat diyarkirin ku leşkeran bi wesayîtên zirxî dora gund girtine û malek ji aliyê leşkeran ve bi saetan hatiye bombekirin.

Agahî ji malbateke gundê Çamilî nayê girtin

Mala ku tê gotin du kes tê de bûn, bi çekên giran gule lê hate reşandin. Hate diyarkirin agahî ji malbateke gundê Çamilî jî nayê stendin.

Gund hatiye dorpêçkirin

Hate ragihandin piştî bombebarana 4 saetan gund hate dorpêçkirin. Ji malbata Kiliççeken a li rex mala vala ya hatî bombekirin, 2 kes hatin binçavkirin.

Duh bi şev Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras çû gundê Çamîliyê, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin ku bikeve gund.
Serokê Baroya Wanê li ser buyerê axivî û got;

Li maleke vala du kes hatin kuştin û hê tespît nekirine ku ev kes kî ne. Ozaras destnîşan kir ku leşkeran li ser îxbarekê, bêyî ku li derdor tedbîrekê bigirin yan jî agahiyek bidin mal bombebaran kirine.

Sinan Ozaras : Li malekê 2 kes hatin kuştin

Sinana Ozaras ani ziman kû destur nedane ku ew bikevin gund û wiha got:

“Me bi mûxtarê gund re hevdîtin kir. Gund hîna dorpêçkirî ye. Gundiyan ragihand ku cenazeyek ji maleke vala hatiye derxistin û cenazeyek jî di bin kavilan de maye.

Sinan Ozaras: Emê li ser buyerê raporek amade bikin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras di dawî de ev tişt got;

Em ê careke din hewl bidin ku bikevin gund. Di nava 2 rojan de, em ê têkildarî tiştên ku li gund qewimî ne, raporekê bi raya giştî re parve bikin.”

Back to top button