Bertekên ji aliyên navxweyî û cîhanî li dijî êrîşa dewleta Tirk.

Piştî Emerîka çira kesk da Enqereyê ku êrîşke leşkerî nû li Sûriyê pêk bîne, nemeze piştî daxuyaniya Koşka Spî û vekişîna hêzên koalîsyona navdewletî ji sînorê bi Tirkiyê re, bertekên cur bi cur ji aliyên navxweyî û cîhanî derketin.

 

HIKUMETA SÛRÎ IDIA DIKE KU EW Ê PARASTINA DEVERÊN SÛRÎ BIKIN

Çira kesk hat dayîn.. Erdogan got ez ê êrîş bikim.

Gelek bertek û nerazîbûn ji gelek aliyan li dijî vê biryarê derket.

Helwesta hikumeta Sûrî li ser zimanê cîgirê wezîrê derve û karûbarên penaberan ê Sûrî Fêsel Miqdad hat ku divê her kes zanibe ew ê parastina her deverên Sûriyê bikin.

Miqdad idia kir ku, ew “dixwazin pirsgirêkên Sûrî bi awayekî erênî û tam dûrî tundiyê çareser bikin”.

ÎRAN: EM ÊRÎŞEKE LEŞKERÎ TIRKÎ QEBÛL NAKIN

Wezareta derve ya Îranê jî hişyarî da Tirkiyê ku ew ti êrîşeke leşkerî li Sûriyê qebûl nakin û divê ew rêzdariyê ji serweriya Sûriyê re bigirin.

Îsraîl jî got.. em mat man..

ÎSRAÎL: EM MAT MAN.. EM NEMA KARIN XWE BISPÊRIN TRUMP

Der barê vê yekê û daxuyaniya Trump bixwe de.. berpirsine Îsraîlî diyar kir ku Trump xwe ji pişta Kurdan da alî û pif da êrîşên Tirk û Îraniyan li Sûriyê.. em dibînin ku êdî Îsraîl nema dikare xwe bispêre Trump di mijara Sûrî de..

BARZANÎ BANGA PARASTINA KURDÊN ROJAVA JI RÛSYAYÊ KIR

Her wiha Serokê berê yê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov xwest ku rê li ber van êrîşan were girtin û Kurdên Rojava werin parastin.

Ji hindirê Tirkiyê bixwe jî, rexnene tûj li dijî Erdogan hatin dayîn.

MUXALEFETA TIRKÎ: ÇARESERÎ, AŞTIYA BI ŞAMÊ BIXWE RE YE

Muxaleftê got:

Eger bi rastî Tirkiyê dixwaze ji terorê xelas bibe, divê aştiyê bi Şamê bixwe re çêbike.

HDP: ÊRÎŞ BIXWE GEFEKE MEZIN Û TIŞTEKÎ ŞAŞ E

Ji aliyê xwe ve, HDP jî teqez kir ku çareserî diyalogeke demokratîk e, ji ber êrîşa leşkerî li dijî bakur û rojhilatê Sûrî “ew bixwe gefeke mezin û tiştekî şaş e.”

Leave a Reply

Back to top button