100 Rêxistinên mafê mirovan: êrîşên Tirkiyê wê rê li ber felaketekî veke

100 rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî kar dikin, daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku wê êrîşên Tirkiyê li ser herêmê rê li ber felaketeke mirovî veke. Rêxistinan dest nîşan kir ku çi dibe bila bibe ewê mafê mirovan biparêzin.

Buroya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên herêmê re civiya.

100 kesayetên mafê mirovan û nûnerên rêxistinên alîkariya mirovî yên herêmê di civînê de amadebûn.

Beşdaran, gefên Tirkiyê û encamên vekişandina hêzên Emerîkayê ji hinek herêman nîqaş kirin û gotin:

Erîşên Tirkiyê wê bibe sedema felaketeke mirovî û koçberkirina şêniyan.

Nûnerên rêxistinan tekez kirin ku vekişîn û gefên heyî wan ji pêkanîna erkên wan ên mirovî li herêmê paşve nakşîne.

Beşdaran li ser danîna plansaziyekê ji bo rewşên awaret li hev kirin.

Leave a Reply

Back to top button