Biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û Tirkiyê de û gefên dewleta Tirk bûn rojava rojnameyên cîhanî jî.
New York Times diyar kir ku biryar Trump a vekişînê bi helewstên Pentagonê nagunce.
Her wiha rojnameyên Gardian a Birîtanî û Hatis a Îsraîlî jî biryar bi Trump bi biryara bi nakok û rêvekirina li ber zindîbûna DAIŞ’Ê bi nav kir.
THE NEW YORK TIMES: ÊRÎŞA TIRKIYÊ WÊ DESTKEFTIYÊN ŞERÊ LI DIJÎ DAŞ’Ê TÊK BIBE
Piştî biryara serokê Emerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Emerîkî ji ser Sînor, êdî mijar bû rojeva gelek rojnameyên cîhanî û bertek nîşan dan.
Rojnameya The New York Times wiha mijar nirxand:
Daxuyaniya Koşka Spî di demekê de hat ku DAIŞ’ê hêzeke xwe ya nû çêdike.
Ev daxuyanî bi helwestên mezintirîn berpirsên Pentagonê re nagunce û êrîşa Tirkiyê dê destkeftiyên Emerîkî li Sûriyê têk bibin.
THE JERUSALEM POST: DANÛSTANDINÊN TRUMP BI SÛRIYÊ RE DANÛSTANDINÊN BAZIRGANÎ NE
Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlî jî diyar kir ku danûstandinên Trump bi aloziya Sûrî re danûstandinên bazirganiyê ne û bi biryara xwe rê li ber êrîşeke dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûrî vedike.
Her wiha Rojnameya The Gardian a Birîtanî jî tekez kir ku biryara Trump a vekişînê guhertineke ji kok di siyaseta Emerîkayê de çêdike.
THE GARDIAN: EMERÎKA BI VEKIŞANDINA XWE HEVKARÊN XWE JI DEST DIDE
Rojnamaeyê got:
Rêvekirina Emerîka ji êrîşeke Tirkiyê re li dijî bkurê Sûrî guhertineke balkêş û ne ji rêzê ye di siyaseta Emerîkayê de.
Ev biryar wê bihêle ku Washngton hevkarên xwe ji dest bide.
Li aliyekî din yek ji şervanên herî kevin di şerê Îraqê de û endamê Congressê Robin Galîgo روبن غاليغو bi tiwîtekê bertek li dijî biryara Trump nîşan da.
ENDAMEKÎ CONGRESÊ: BI ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ RE TEVLIHEVIYA ROJHILATA NAVÎ ZÊDETIR DIBE
Galîgo got:
Rêvekirna li ber Tirkiyê ji bo êrîşkirina bakurê Sûrî, geaveke herî xeter e ku dê tevliheviyan li Rojhilata NAvîn derxîne.
Êdî Kurd nema baweiya wan bi Emerîkayê tê û helbet wê hevkarine xwe yên din bibînin.
ROJNAMEYA HAARETZ: QSD HÊZA HERÎ ÇALAK E DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê DE
Ji aliyê xwe ve rojnameya Haaretz tekez kir ku ”hêzên Enqereyê yên tevlihev û binakok wê armanca wan tenê QSD’ê be û şerê li dijî DAIŞ’ê wê tenê wek bihane ji xwe re bikar bînin, tevî ku QSD’ê hêza herî çalak bû di şerê li dijî DAIŞ’ê.