Rûspiyên Efrîn, Şehba û Helebê piştgirî da operasyona QSD’ê

Rûspiyên eşîrên Bakur û rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji bo Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” nîşan dan û bang li şêniyan kirin û bi propogandayên derew neyên xapandin.

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan û partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê piştgirî dan Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD’ê û li hember fitneyê banga hevgirtinê kirin.

Endamên Dîwana Rûspiyên Eşîrên Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê daxuyanî dan.

Bang li gelê Sûriyê hat kirin ku li beramberî polîtîkayên derxistina fitneyan hişyar bin.

Ji bo mayîndekirina ewlehî, hezkirin û aştiyê banga piştgiriya Operasyonê hat kirin.

Rûspiyên Helebê jî li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û daxuyanî dan.

Li vir jî hat gotin:

Hinek alî bi rêya belavkirina gendelî û fitneyê di navbera eşîran de, hewl didin mozayîka civakî xirab bikin.

Dixwazin ewlehî û aramiya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de têk bibin.

Eşîran bang li pêkhateyên herêmêkirin ku hişyar bin û destkeftiyan herêmê biparêzin.

Partî û eşîrên herêma Cizîrê bang kirin: Li hember fitneyan bibin yek

Şêx û rûspiyên Eşîrên Girê Spî jî li navçeya Eyn îsa daxuyanî dan û li dijî hewldanên derxistina Fitneyê bang kirin.

Eşîran got, gelek aliyên derve dixwazin bi riya fitneyan biratiya li herêmê têk bikin.

Lê emê bi hevgirtina xwe li dijî van aliyên dijber derkevin.

Rûspiyên bajarê Tebqayê jî daxuyanî dan.

Serokeşîran anîn ziman ku dema dawî bi tevlîhevî û fitneyan aliyên dijber xwestin ewlehiya herêmê têk bibin.

QSD bi destpêkirina Operasyonê dawî li van siyasetan tîne. Divê gelê me li kêleka QSD be û dijî fitneyan bibin yek.

Li Reqayê jî piştgirî hat dayîn û hat gotin:

Piştî li herêmê teror têk çû û pirojeya Rêveberiya Xweser bi ser ket, aliyên dijîber hewl didin derbê li pirojeyê bixin.

Rûspiyên eşîrên Minbic û Girê Spî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li eşîrên Dêrazorê kirin ku li dijî hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên li navçeya Til Hemîsê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo QSD nîşan dan.

Şêx û rûspiyên gotin, ev operason ji bo parastina sivîlan, mayîndekirina ewlehî û aramiya li Dêrazorê ye.

Bang li eşîrên Ereban ên li tevahî Sûriyê kirin ku li dora QSD′ê kom bibin û li dijî fitneyan hişyar bin.

Li Dêrikê jî Meclisa Rûspiyên Eşîran û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan daxuyaniyek dan.

Hat diyarkirin ku divê gel nekevin xefka siyaset û propaganda dewleta Tirk.

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan ên li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê jî piştgirî da Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′.

Rûspiyan yekitiya Kurd, Ereb û Suryan wekî garantiya avakirina civakeke bihêz pênase kir.

Li navçeya Tirbespiyê jî 10 partiyên siyasî piştgiriya xwe ji QSD ‏’ê nîşan dan.

Hat gotin operasyona QSD‏‎ a li dijî gendelî, şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê gavekî girînge.

Bang li gel hat kirin ku li dora Rêveberiya Xweser û hêza leşkerî kom bibin.

Back to top button