Hêzên Asayişê nasnameya 4 şehîdên operasyonê eşkere kir

Hêzên asayişê nasnameya 4 şervanên ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bûne eşkere kirin.
Hat diyar kirin ku her çar şehîdan bi giyanekî têkoşer û bi lehengî li hember terorîstan li ber xwe dan.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdan eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin 3 endamên asayîşê yên beşa operasyonan û endamekî HAT’ê di oxira parastina ax û gelê xwe de şehîd bûn û wiha hat gotin:

“Her 4 şehîdan cihê xwe di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de girt û li hember terorîstan heta dawiyê li ber xwe dan û şehîd bûn.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Silêman
Navê bav: Ebdulqadir
Navê dayîkê: Zehra
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tebqa 11-5-2023
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 31-8-2023

Nav û paşnav: Emîn Necim
Navê bav: Ehmed
Navê dayîkê: Zehra
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê 4-10-2021
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 1-9-2023

Nav û paşnav: Şuca El Heza
Navê bav: Ebdulkerîm
Navê dayîkê: Behiye
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tirbespiyê 26-9-2021
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor:1-9-2023

Nav û paşnav: Ehmed Yakûb
Navê bav: Mehmûd
Navê dayîkê: Sureya
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 11-5-2023
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 1-9-2023”

Back to top button