KNK BIRYARNAMEYA 18. CIVATA XWE YA GIŞTÎ EŞKERE KIR

by maher enez
92 views

Kongireya Netewî ya Kurdistanê biryarnameya 18. civata xwe ya giştî eşkere kir.

KNK di biryarnameya xwe de bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku bes hevdu sûcdar bikin.

Li pêşberî dijmin hevdu qels nekin û aştiya navxweyî pêk bînin.

Her wiha KNK’ê xwest, ji bo azadiya Ocalan xebatek daîmî were kirin.

18.Civata Giştî ya KNK’ê bi silogana “Bi armanca geşkirina diyalog û aştiya navxweyî” li bajarê Baarlo yê Holendayê hat lidarxistin.

Di civatê de pirsgirêkên navxweyî, navçeyî, navneteweyî û tesîra wan a li doza Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Îro jî beyannameya giştî ya civata KNK’ê bi 20 xalan hate eşkerekirin.

Xalên di biyanameyê de hatine eşkerekirin wiha ne:

Di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî de diyalogeke bêdil heye.

Hêzên Kurd divê enerjiya xwe ji bo êşandina hev xerc nekin û divê vê enerjiyê li dijî dijmin bi kar bînin.

Daxwaza me ew e di zûtirîn demê de dawiyê li vê belaviya navxweyî bînin.

Ji bo avakirina aştiya navxweyî pêwîstî bi bernameyeke rêze aktîvîteyan heye.

Divê bi seredaniyan têkilî bêne germ kirin, sarîtiya heyî bê berteref kirin.

Di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştîmanî de her çi pirsgirêk û alozî hebe îro divê bêne paşdan, bi ruheke biryane destê hevdu bigirin.

Di 20 saliya KNK’ê de wê kar û xebat di çarçoveya geşkirina diyaloga navxweyî de pêk were.

Aazdiya Ocalan divê rojeva sereke be û ji bo vê karekî daîmî bê kirin.

Li Tirkiye û Îranê rewşa Kurdistanê bi gotina herî sade gelek xirab, dijwar e û divê newê qebûl kirin.

Ji hikumeta Bexdayê hate xwestin ku beramberî temsîlkarên xelkê Kurdistanê adil bin.

Divê navê PKK’ê ji nava lîstya Rêxistinên Terorê bê derxistin.

Mafê Kurdan e li nava neteweyên yekbûyî bê temsîlkiirn.

Divê gelê kurd berî her tiştî aşîtiya navxweyî geş bikin.

Kongireya Netewî ya Kurdistanê di dawiya biryarnameya xwe de daxwaz ji rêvebiriyên Başûr û Rojavaya Kurdistanê kir ku di nav xwe de têkiliyeke germ ya neteweyiyane, niştimaniyane û birayane pêkbînin.