Temellî: divê civaka navdewletî li dijî polîtîkayên şer derkevin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî hewldanên dewleta tirk a dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxandin.
Temellî got:
Em şer naxwazin, tirkiyê bi dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî welêt ber bi çiravê ve dibe.
Gelê me wê ne ji bo şer li ber xwe bide, wê ji bo aşîtiyê li ber xwe bide.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Sezaî Temellî derbarê hewldanên dewleta tirk a dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî di komcivîna partiya xwe de axivî.

Temellî got:

Em şer naxwazin, ji ber vê yekê em ji vir bi awayekî bi hêz dibêjin: ji şer re na.

Em bang li gelên Tirkiyê, hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Ewropayê dikin ji bo dijberiya şer bên gel hev.

Temellî diyar kir ku divê em li dijî kesên şer dixwazin vîna aştiyê bidin xuyakirin û got:

Fatûreya vê şerî zarok û nifşên nû didin.

Em daxwaz dikin ku hewldanên dagirkirinê ku di qada navneteweyî de tu qebûlkirineke wê tuneye were rawestandin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Sezaî Temellî nirxandina xwe di meclisê de wiha bi dawî kir:

Em bang li Yekitiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û civakê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e.

Ji ber ku ev şer wê tevahî Rojhilata Navîn bişewtîne û wê Cîhanê bikşîne nava vî şerî.

Leave a Reply

Back to top button