Berhem Salih: pirsgirêka kurd, bi rêya giftûgoyê tê çareserkirin, ne bi rêya şer

Serokê Iraqê Berhem Salih jî teqkez kir ku êrîşek li ser bakur û rojhilatê sûrî wê hêzên tundraw zindî bike û ev yek wê tenê di berjewendiyên DAIŞ’ê de be.

Duh li Bedayê Serokê Iraqê Berhem Salih pêşwaziya Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov kir.

Berhem Salih di hevdîtinê de fikarên xwe yên derbarê gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê gihande Lavrov û eşkere kir ku li herêmê pirsgirêka Kurd pirsgirêkeka mirovî û siyasî ya hestyar e û divê bi riya guftûgoyê were çareserkirin.

Berhem Salih têkildarî êrîşan hişyarî da ku wê alozî bandoreka xerab li herêm û Iraqê bike û destnîşan kir ku hêzên tundrew û DAIŞ dê sûd ji rewşê bigirin.

Leave a Reply

Back to top button