Kurdistanî li bajarê Lyon ê Fransayê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi hezaran Kurdistaniyên li Başûrê Fransayê dijîn û dostên gelê Kurd li bajarê Lyonê li hev civiyan û bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” meşiyan.

Di meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hat lidarxistin de komên Antîfa, tevgera anarşît a Fransayê û komên Solîdarîte beşdar bûn.

Meş li Place Jean Mace destpê kir. Di meşa ku nêzî saetek dewam kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Faşîst Erdogan”, “Qatîl Erdogan”, “Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” berzkirin.

Meş li qada Place Bellecour Lyonê veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi axaftina Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut berdewam kir.

Zubeyde Zumrut wiha got: “Hemû cîhan û me fêm kir ku bêyî Rêberê Abdullah Ocalan ne pêkan e ku aştî were Rojhilata Navîn û cîhanê. Tehemûla gelê Kurd ji vê dîlgirtinê re nemaye.”

Piştî axaftinan hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Lavîn Perînçek û Seyda Perîncek derketin ser dikê. Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Almanya-ji bo azadiya Rêber Apo konferans hat li dar xistin

Back to top button